Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di welatê Feransayê de bo rêzgirtin li şehîd “Dr. Qasimlo” semînarek hate lidarxistin

16:37 - 20 Şibat 2020

Roja Duşemî, 28`ê Rêbendan, di yekek ji holên Meclîsa Sena ya Feransayê de, semînarek bo rêzgirtin li rêberê mezin û navdar ê gelê Kurd, şehîd “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, bi destpêşxeriya “Enîstîtoya Kurd”, hate lidarxistin.

Ew semînare ji 4 panêlan pêkhatibû, panêla yekem ji aliyê “Coyis Bilû” ve bi rê ve çû ku, bo endam û xizim û dostên nêz yên şehîd “Dr. Qasimlo”, hatibû terxankirin, ku pêkhatibûn li “Mîna Qasimlo”, keça “Dr. Qasimlo”, “Ebdulah Îzetpûr”, kurmamê “Dr. Qasimlo” û “Dr. Hesen Şetewî”, xwarziyê “Dr. Qasimlo”, ku peyama wan ji aliyê “Dr. Xisrew Ebdulahî” ve hate xwindin, û herwisa fîlmeke Mehdî Xanbaba Têhranî jî hate nîşandan.

Di panêla Duyem de, li destpêkê fîlmek li ser rewşa xebata PDKÎ di heyama salên derbasbûyî de hate nîşandan, ew panêle ku bo PDKÎ û aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwisa çend kesayetiyên din ên Kurd, pêkhatibû ji aliyê Senator “Rêmî Fêro” ve bi rê ve çû.

Herwisa di panêla Duyem de, peyama Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî”, ji aliyê Cihgirê Yekem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Hesen Şerefî” ve hate pêşkêşkirin.

Beşdarbûyên din yên panela Duyem wiha bûn: “Berpirsê wê demê ê ofîsa Mamosta Şêx Îzedîn Husênî, Ehmed Eskenderî, Sekreterê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, Ebdulah Muhtedî, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê (Bakurê Kurdistan), Mesûd Tek û Ezîz Mamilê, Nûnerê Berê yê PDKÎ li welatê Feransayê, Fermandeyê berê yê Hêza Pêşmerge û Endamê Serkrdayetiya Partiya “Şûî” ya Kurdistanê (Başûrê Kurdistan), Mela Mihemed Ciwanroyî û herwisa Fatoş, hevjîna hunermendê mezin ê Kurd, Yilmaz Gûnêy”.

Panêla Sêyem, bo kesayetiyên Îranî hatibû terxankirin ku ji aliyê mamostayê zanîngehê, “Dr. Hemîd Bozerslan” ve hate lidarxistin û pêk hatibû li, Avakerê Cibheya Millî Dêmokratîk a Îranê, “Hidayet Metîn Defterî”, Fotografîst “Riza Diqetî” û Parêzer û Çalakvanê Mafê Mirov, “Ebdulkerîm Lahîcî”.

Panêla Çarem jî, ji aliyê “Dr. Kendal Nezan” ve bi rê ve çû ku bo kesên bîhanî hatibû terxankirin, ku ew jî pêkahatibûn li “Nivîskar û Şarezayê Jêopolîtik Jêrar Şaliyan, berpirsê berê yê Sekretariya Navnetewî a Partiya Sosyalîst a Feransê Alîn Şanêl, Rojnamenivîs Mond Alên Firoşon, Wezîrê berê Yê Karûbarê Derve yê Feransê Birnard Koşnêr, Rojnamevan Mark Kirovêtz, Nivîskarê pirtûka biyografiya Dr. Qasimlo Karol Pronhobêr, Rojnamevan Canatan Randal û berpirsê berê yê Saziya Pizîşkî a Amî wate Alîkariyê Pizîşkên Navnetwî Dr. Florans Wêbêr”.

Herwisa cihê baskirinê ye, ku Cihgirê yekem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Hesen Şerefî”, digel çendîn kesayetiyên bîhanî û herwisa Kurd û Îranî hevdîtin pêkanî.