Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di wilayeta “Tênêsî” ya Amerîkayê zimanê Kurdî bi fermî hate nasandin

17:08 - 30 Çirriya pêşîn 2021

Zimanê Kurdî wekî yek ji 11 zimanan xwendingehan ji aliyê Wezareta Derve yê Amerîkayê bi fermî hate nasandin û di wilayeta “Tênêsî”yê de waneyên wê têne gotin.

Di meha Gelawêja sala 2017an de “Newzad Hadî” Endamê Birêveberiya Navenda Selahedîn li bajarê “Naşvîl” a ser bi wilayeta “Tênêsî” ya Amerîkayê li derheq fermî kirina zimanê Kurdî di xwandingehên Amerîkayê de hewl da û serkevtî bû.

“Newzad Hadî” daxwaz kiribû ku waneyên zimanê Kurdî di qonaxên dibistan û xwendingehan de bêjin.

Piştî gengeşekirina daxwaza navbirî di meha Reşema sala 2019an de Encûmena Xwandingehên “Naşvîl” ku bi sedema zêdebûna nişteciyên Kurd dî wî bajarî de bi “Kurdistana biçûk”a Amerêkayê  hatiye binavkirin, biriyar da ku di çend xwandingehên wî bajarî de zimanê Kurdî wekî zimanê “Îspanniyayî, Feransevî” û çend zimanê din yên bîyanî bibe waneyek fermî û bê gotin û herwisa di wê piroseyê de xelat û diyarî bo dersxwanan bêne diyarî kirin.

Bo dariştina pertûkên waneyên zimanê Kurdî daxwaz ji Navenda Selaheddîn hatite kirin ku alîkariya wan bikin.