Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di xişteya cudatiya regezî de, Îran di pileya herî xwarê de ye

13:22 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2022

Pêka xişteyekê ku “Kora Cîhaniya Aborî” li derheq cudatiya regezî belav kiriye, rejîma Îranê di sala 2022an de, li navbera 146 welatn di pileya 143an de ye.

“Kora Cîhanî ya Aborî” hemî salê li derheq cudatiya regezî ku bi 4 pêverên bingehîn ên “beşdarî û derfetên aborî, pêşkevtina xwendewarî, tendirûstî û jiyan û herwisa bihêzkirina siyasî” têne berevirdkirin, xişteyekê belav dike û Îran li vê xişteyê de, di pileya herî xwarê de ye.

Pêka xişteya Kora Cîhaniya Aborî, 10 welatên bihêz li warê aborî de cudatîdanîn di navera regezan de bi pêka wan pîveran zêdetir ji %80 çareser kirine, welatê Îslendê bi nîşandeka %90.8 pileya yekem di cîhanê de heye û Îran û Efxanistan di pileyên herî xwarê yên wê xişteyê de ne, herwisa Îran di sala 2021an de li nav 156 welatan de pileya 146an hebû.

Welatên Îslend, Fînlend, Norvêj, New Zeland, Swêd, Rwanda, Nîkaragua, Namîbiya, Îrlend û Almaniya di pileyên serî yên vê xişteyê, û Îran û Efxanistan di pileyên herî xwarê yên vê xişteyê de ne.

Di Îranê de û pêka wan pîverên ku “Kora Cîhaniya Aborî” berewird dike, roj bi roj beşdariya jinan li derfetên aborî, pêşkevtina xwendevanî, tendirustî û jiyanê û bi taybet li warê bihêzkirina siyasî de kêmrengtir dibe û rejîma Îranê bi sedema tepeseriya regezî, olî, netewî, deverî û heta cudatîdanîna parêzgehî, roj bi roj rola jinan bêhêztir û kêmrengtir dike û cudatiya jin û mêran pêka wan 4 pîveran zêdetir dibe.

Rejîma îdeolojîk û tundajo, li Îran û Efxanistanê sedemên bingehîn ên cudatiyan in, lê di Îranê de bingeha wan cudatiyan gelek bihêztir ji welatên dinê ye û çendîn aliyên cuda bi taybet warê siyasî, netewî û Olî li xwe digre.