Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Xûzistanê de karesatekî mezine mirovî , dûr ji çawan diqewime

13:10 - 22 Gulan 2020

Gorî nûçe û zaniyariyên ku li ser rewşa parêzgeha Xûzistanê li ser torên civakî de belaw dibin, û heta qasekê berpirsên rejîmê jî êdî nikarin rastiyan weşêrin û bas dikin, Vîrûsa Korona yê gelek bi lez her derî wê parêzgehê girtiye û rojane Sedan kes tûşî korona yê dibin û dehan kes canê xwe ji dest didin.

Gorî amara ku ji aliyê xudî parêzgeha Xûzistanê ve belav bûye, 8 hezar û 911 kes koronayê girtine, 408 kes mirine.

Bajarên Ehwaz, Dizfûl, Şûşter, Mescid silêman, Şûş, Mahşehr, Bawî, Karûn, Heftgêl, Xuremşehr, Hindîcan, Abadan, Deşt azadigan, Bêhbehan û Endîmêşk, di nava rewşekî gelek xirab de ne.

Rejîm çi cehdekê nake ku bikare berahîka vê karesata mezine mirovî di wan bajanê Erebên Îranê de bigre, rewş hinde xirab bûye ku êdî bi çi curekê nayête kontirol kirin.

Çi Textek di nexweşxanan de nemaye, tu îmkanateke xwe parastinê dest nakeve, derzî û derman û îmkanatên çareseriyê di nexweşxane û dermanxanan bi zehmet dest dikevin, duktur û Perestar bo pêregehîştina bi nexweşan kêmin, Lodêr berdewam Gorên bikom dikole .

Li ser vê belayê re jî , ji aliyekê Xwelî û tozekî tund eva serê 10 rojane parêzgeha Xûzistanê girtiye, û ji aliyekî dinê jî di çend bajarên vê Parêzgehê de Ava vexwarinê çinîne û halê xelkê gelek perîşane.