Kurdistanmedia: Mamostayekî xwendingehê di Kurdistana Rojhilat de, bi awayê sembolîk derheq zimanê dayîkê, lewh û destegola rêzgirtinê, pêşkêşî dersxwenan kir.
Hêmên Şerîfî, mamostayê xwendingehên Kurdistana Rojhilat li bajarê Pawe, bi armanca rêzgirtin li zimanê dayîkê, û herwisa ji ber nêzîkbûna roja cîhanî ya Zimanê Dayîkê, lewha rêzgirtin li zimanê dayîkê û deste golek pêşkêşî dersxwenan kir.
Navbirî ev kara bi armanca parastina zimanê dayîkê, û herwisa rêzgirtin li jîngehê encam daye.
Roja 2`ê Reşemehê roja rêzgirtin li zimanê dayîkê ye, û di vê rojê de her kes û aliyek bi awayên coda helwêst û ramanên xwe tînên ziman.