Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di xwenîşandanên Rojhilatê Kurdistanê de dehan kes şehîd û birindar bûn

10:53 - 17 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Bilindbûna nirxa benzînê ji aliyê rejîma Îranê ve, bûye sedema xwenîşandanan, û çendîn kes bi wê sedemê hatine şehîdkirin.

Xwepêşanderan li piraniya bajaran, agir berdane avahiyên hikûmetî û hindî pê diçe berfirehtir dibe.

Di wê xwenîşandanê de, “Osman Nadirî” xelkê “Cûcesazî” a ser bi bajarê Merîwanê, û çendî welatiyê din jî, ku nasnameya wan nexûyaye, hatine şehîdkirin.

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xwenîşandan li dijî rejîma Îranê berdewame, û di wan xwenêşandanan de tundûtijî çêbû. Herî kêm 8 kes li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine şehîdkirin.

Li bajarê Ciwanroyê jî, welatiyek bi navê “Kawe Mihemedî, di nav xwenîşanderan de, hate şehîdkirin.

Roja Şemiyê, heya nîvro jî xwenîşandan bi aramî diçûn pêş, Ji piştî nîvro pê ve, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê tundutîjî derket. Xelk dibêjin, pirs ne tenê benzîn e, gelek sedem hene ku ew dest bi xwenêşandnan bikin.

Li bajarên Kirmaşan, Sine, Merîwan, Seqiz, Ciwanro û Umriye şerûpevçûn di navbera xwenîşander û hêzên ewlekariyê de derket.

Hêzên ewlekariyê bi gaza rondikrêj hewldan xelkê belav bikin, lê tundûtîjî zêdetir bû.