
Kurdistanmedia: Komsîyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên li Bexdayê de heta niha 40 kesan canê xwe ji dest dane û 2312 kes jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya vê komîsyonê, li Bexda, Mîsan, Zîkar û deverên din xwepêşandan birêve çûne û di encama destêwerdana hêzên Heşda Şe`ebî de alozî hatne pêş û ji herdu aliyan kuştî û birîndar hene.
Hatiye belavkirin ku di wan xwepêşandanan de 27 sazî û dezgehên hikûmî û partiyên siyasî hatine şewitandin.
Hatiye belavkirin ku li bajarê Nasiriyê de, xwepêşandaran hewl dan bikevin avahiya milîsên Şîe yên Esayîp Ehlî Heq ku ser bi Îranê ve ye û ji wê avahiyê teqe li xwepêşanderan hatiye kirin.
Herwisa avahiyên Rêxistina Bedirê, Hîzbûllaha Iraqê, Partiya Dewa û avahiyên partiyên din ên Şîe hatine şewitandin.
Li hemi wan Bajarên Îraqê de ku xwenîşandan birêve diçin, diruşm bi dijî Îranê û destêwerdana Îranê têne danê.
Rejîma Îranê û Girûpên girêdayî ye bi wê, cehdê dikin ku arasta xwenîşandanan bikêşne bi dijî Adil Ebdul Mehdî, lê xelkê Îraqê sebebkarê hemi roj reşiyên xwe, rejîma Îranê dizanin.