Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Yemenê de birçîbûnê canê nêzîkî 85 hezar zarokî girit

11:24 - 22 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di heyama şerê naxweyî yê Yemenê de, biriçîbûn û nesaxiyan canê nêzîkî 85 hezar zarokî girtiye.

Li gorî texmîna  Saziya Xêrxwaz ya navneteweyî a sinduqa rizgarkirina zarokan, di welatê Yemenê de, li Nîsana sala 2015`an heya Çiriya Pêşîn a 2018`an nêzîkî 85 hezar zarokî bi sebeba birçîbûn û nesaxiyan canê xwe ji dane.

 “Tamir Keyrolos”  berpirsê Saziya Xêrxwaz ya cîhanî ya Sinduqa rizgarkirina zarokan ya beşa Yemenê, ragehandiye ku ev bi dîtina amara bilind ya zirarên ku li zarokên Yemenê ketiye heyrîmaye, û pêdagîrî jî kiriye ku dibe pêşî ji mirina zarokan ku bi sedema birçîbûn û nesaxiyan çê dibin bê girtin.

Welatê Yemenê li sala 2014`an, rastî şerê navxweyî yê di navbera milîşên Şî`e  yên Husiyên ku  ji aliyê rejîma Îranê ve tên piştevanîkirin, û hêzên Sunî meseb yên ku ji aliyê “Abdrabbuh Mansur Hadi”  serkomarê wî welatî  tên piştevanîkirin hatiye.

Herwisa Saziya  Xêrxwaz ya navneteweyî  daye eşkerekirin ku, di şerê navxweyî yê Yemenê de heya niha, nêzîkî 10 hezar  hevwelatiyên Yemenê hatine kuştin, ku hejmareke xuya ji kuştiyan xelkê sivîl  in.

 Nûnerê taybet yê saziya navneteweyî yê di karê Yemenê de, derheq rewşa  bendera Hedîde ku heya niha nêzîkî  570 hezar  xelkê wî bajarî bi sebeba şer, cihê û warê xwe terkandine, nîgeraniya xwe nîşan daye.

Her di vê pêwendiyê de jî saziya navneteweyî sinduqa zarokan,  di Çiriya Paşîn de,daye îlankirin ku di Yemenê de,  di her 10 deqeyan de zarokek bi sebeba nesaxiyên  ku  îmkana çareserkirinê hene, canê xwe ji dest didin.

“Gert kaplar”berpirsê beşa  Rojhilata Navîn û Başûrê Aferqayê yê di saziya “UNICEF” Sinduqa zarokan a saziya navneteweyî de, derheq  rewşa zarokan di welatê Yemenê de  gotiye ku, şerê leşkerî û rewşa aborî a tevlîhev ya di wî welatî de, Vaksinyasyona zarokan di Yemenê de ku pêş ji şerê navxweyî de jî pêka hewce nehatiye  encamp dan, bûye sedema guherîna bi rewşeke  metirsîdar û herwisa nesaxiyên wekî Defitri û mêktok di nav zarokên Yemene de zêde bûye.