Saziya Netewên Yekgirtî ragihand, ku ji destpêka şerê sala 2015an li Yemenê heta niha zêdetir ji 18 hezar kesên sivîl di êrîşên esmanî de hatine kuştin an birîndarkirin.
Girûpek ji karansên Saziya Netewên Yekgirtî raporek bo Şêwraya Mafê Mirov şandine û di wê raporê de ragihandine: “Xelkê Yemenê bi awayê nêvincî her roj rastî deh êrîşên esmanî hatine ku ji destpêka meha March a sala 2015an ve heta niha zêdetir ji 23 hezar êrîşên esmanî li ser Yemenê hatine kirin”.
Pêka wê raporê, her du alî di şer de yasayên navnetewî binpê kirine û tevî vê yekê, tevahiya êrîşên esmanî xistine stuyê hêzên hevpeyman ên bi fermandehiya Erebistanê.
Şerê Yemenê yek ji aloztirîn kiîzên dever û navnetewî ye û pêka gotinên Saziya Netewên Yekgirtî, Yemen rastî mezintirîn krîza mirovî ya birsîtiyê hatiye û di heyama wî şerî de bi dehan hezar zarok bi sedema birsîtiyê canê xwe ji dest dane.
Hêzên Hûsiyan bi piştevaniya “siyasî, aborî û cebilxane”ya rejîma Îranê ji sala 1394an ve desthilata beşeke zêde ji axa Yemenê û paytexta Yemenê “Sen`a”yê xistiye bin desthilata xwe û digel dewleta yasayî ya yemenê şer dike.