Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di zanîngeha Silêmaniyê de simînarek taybet li ser kesayetiya Dr. Qasimlo bi rêve çû

20:00 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Simînerekî taybet li ser hizr û raman û kesayetiya Dr. Ebdulrehman Qasimlo, û bi pişikdariya şendekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di zanîngeha bajarê Silêmaniyê de hat lidarxistin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, bi nêzîkbûna 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo sekreterê giştî yê pêşîn yê Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê û hevalên wî Ebdullah Qadirî Azer nûnerê wê demê yê PDKÎ li derveyî welat û Fazil Resûl dostê PDKÎ di bajarê Viyenê de, simînarekî taybet li ser kesayetî û hizr û ramanên Dr. Qasimlo hat lidarxistin.

Ew simînare ku bo Dr. Ekrem Mêhrdad û Şerîf Hejarî pêk hatibû, sibêdeya roja Sêşemiyê 8’ê Tîrmeha 2014’an, di hola simînara kolêja ziman a zanîngeha Silêmaniyê de, bi beşdariya heyetek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Rostem Cehangîrî endamê Polîtbîroya PDKÎ, bi rêve çû.

Ew simînare ku bi du pişkan hatibû lidarxistin bi deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û bi xasmanî şehîdên 13’ê Tîrmeha 1989’an, dest pê kir.

Piştre Dr. Hogir Mehmûd Ferec serokê kolêja ziman a zanîngeha bajarê Silêmaniyê, serbarê bixêr hatina mêhvanan, armanca rêxistina vê simînarê bo amadebûyan eşkere kir.

Di beşa yekem a vê simînarê de Dr. Ekrem Mêhrdad, nivîskar û rewşenbîr derheq bi sosyalîzma demokrat û zilma netewayetî li dîda Dr. Qasimlo ve gotinên xwe pêşkeş kir.

Dr. Ekrem di axavtina xwe de bas ji vê yekê kir ku Dr. Qasimlo yekemîn kes bûye ku di welatên Rojhelatê de sosyalîzma demokratîî xistiye ber bas û bi wî awayî demokrasî û tevgera çep bi hev re girêdaye.

Piştre Dr. Ekrem Mêhrdad derheq bi zilma netewayetî li nerîna Dr. Qasimlo ve axavtin kir û ew gotina Dr. Qasimlo ku dibêje “Nabe tu car mefê neteweyetî û tebeqatî li ser hîsaba demokrasî be”, bilind nirxand.

Di pişka duyem a vê simînarê de ku bo Şerîf Hejarî, mamostê zanîngeh û “Mastera sitratêjiya Birîtaniya di axa Amrîkayê de” terxan kiribû, gotinên xwe li jêr navê “Qasimlo weke xwe şoreşgirekî yeksane” ku ji sê aliyan pêk hatibû, pêşkeş kir.

Axavtinên mamosta Şerîf Hejar ku bi awayeke lojîkî û bi ber çavgirtina lêkolînên aliyên tîorî û piratîkî, axavtinên xwe ku bi sê teweran “Akadîmî, hizra neteweyî û yeksanî û aliyên siyasî û dîplomasî” pêk hatibû, pêşkeş kir.

Hejarî di gotinên xwe de derheq bi dahînerbûn ûhişmendbûna Dr. Qasimlo axivî û Dr. Qasimlo weke zanayekî şoreşgir şirove kir.

Herwisa di axavtinên xwe de got: “Ji ber ku Dr. Qasimlo di afrandina têz û felsefeyên wî de bi kesek dahêner dizanim, lewma weke hişmendekê bi nav dikim. Ji ber ku alavên cî bî cî kirina raman û tîoriyên wî ji hişmendên din cuda bû.

Navbirî di dirêjahiya axavtina xwe de amaje bi vê yek kir ku Dr. Qasimlo tenê rêberekî Kurd e ku pêş ji wergirtina pile û payeya partî û bi bê mifah wergrtin ji wan pile û payane û bi sedema helwêst û ciwanmêrî, yeksanî, dahînan, zanabûna xwe bi cîhanê da naskirin.

Herwiha Hejarî got: Qasimlo take rêberek bûye li ser erdê û take neferê yekê yê partiyek bûye di asta hemû neferên yekem û serkerdeyên yekem ên partiyên welatan de di cîhanê de ku zaftir ji 10 ziman zanîbe, ku ev zimanane “Feransevî, Îngilîsî, Rûsî, Erebî, Farsî, Turkî, Cêkî, Silovakî, Azerî û Kurd) bûn ku bi tememî dizanî.

Herwiha di dirêjahiya axavtinên xwe de amaje bi vê yekê jî kir ku Qasimlo bervajî rêberên din ên Kurd, zor dijî takeperestî di nav partiyan de bû, lewma tenê rêberekî Kurd bûye ku bikaranîna wêne, derûşm, gotina “Bijî Qasimlo” di nav rêza partiya xwe de qedexe kiribû.

Şerîf Hejar, mamostê zanîngehê û master li sitatîjiya Birîtaniya di axa Amrîkayê de derheq bi xebata Dr. Qasimlo got: Qasimlo tenê rêberekê Kurd bû ku di meyîdana siyasetê de bûye û serkirdayetiya tevgera çekdarî dij bi rejîma Îranê, ku bi tu awayekê tu xiyanetekî netewayetî de dest tûnebûye.

Li gor vê raportê, pişka dawî a wê simînarê bo wergirtina ra û bûçûna amadebûyan derheq bi axavtinan hatibû terxan kirin.