
Nûnerekî meclîsa rejîma Îranê, daxwaz kiriye ku dibe “ ji mela û berpirsên Olî yên ku rêgirî ji qerentînekirina bajarê Qûm ê kirine, lêpirsînê bikin”.
Roja Duşemî, 19`ê Reşemê, hevdem digel daxwaza fermandarê bajarê Qumê bo qerentîne kirina bajarê Qumê, nûnerê meclisa rejîma Îranê “Xulamriza Heyderî”, ji Dezgeha Dadweriya Îranê xwest ku, ji mela û berpirsên Olî yên ku astengî li ser pêşîgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê dikirin û digel danîna rêçareyên pêşîgirin ji belavbûna wê nesaxiyê, dijatî kirine, lêpirsînê bikin.
Herwisa wî gotiye: ew rewşa ku rastî xelkê bajarê Qumê hatiye di encama dijatiya mela û berpirsên Olî deye û hekî di destpêkê de wan mela û berpirsên Olî dijatî digel qerentîne kirina bajarê Qumê nekirina, rewş dê bihate kontrol kirin.
Berpirsên Olî û yên birêveber yên rejîma Îranê, ti giringiyek nedane canê xelkê û ji her derfetek bona serkut, tepeserkirin û kuştina xelkê bi awayên rasterast an nerasterast ,xwe naparêzin ku ew, nîşana binyata hizriya rejîma Îranê ye.