Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dibe ku bînasazî û endazyariya Îranê jî rastî tehrîman bê

19:03 - 12 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Belavokek înternetî ya Amerîkayê bas ji rengeyhiya tehrîm li xistina li ser pişka bînasazî û endazyariya Îranê ji aliyê Amerîkayê heye.

Belavoka înternetiya “Washington free biken”, di mijarekê de weşandiye ku, bo heftiya bê, rengê hindê heye ku Amerîka tehrîmê bixe ser pişkên kanza, bînasazî û endazyariya rêjîma Îranê .

Di vê belavokê de bas hatiye kirin ku, Amerîka bi danîna wan tehrîman ser pişkên kanza, bînasazî û endazyariyê dixwaze, çavkaniya dahata xeyrî neftî ya rêjîmê di wan pişkan de bide qutkirin.

“Washington free biken”, gorekî tehrîmên lidijî Îranê, bas ji hindê kiriye ku, hêzên çekdar yên vê rêjîmê, pişkek berçav ji aborî û bi awayekî taybet pişka hesin, di bin kontrola xwe de girtiye û bo amancên leşkerî bikar tînin.

Her bi vê sebebê jî, tehrîm dibin sedema hebûna pirsgirêkan li pêşiya amancên leşkerî û givaşan li ser Spaha Pasdarana terorîst dêxîne.

Li hember de Trump, çi kiryarek ji xwe derheq kêmkirina tehrîman lidijî Îranê nîşan nedaye û her ev jî bûye sedema kerbvebûna rêjîma Îranê.