Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dibe parêzgeha Urmiyê bo heyamê 2 heftiyan bê qerentînekirin

12:35 - 23 Çirriya pêşîn 2020

Saziya “Nizam Pizîşkî” ya parêzgeha Umriyê daxwaz kiriye ku bona pêşîgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê ew parêzgeh bo heyamê 2 heftiyan bi tewawî bê qerentînekirin.

Roja Pêncşemî, 22ê Çirriya Pêşîn, Saziya “Nizam Pizîşkî” ya parêzgeha Urmiyê bi hinartina nameyek bo Parêzgarê Urmiyê, daxwazkirine ku Parêzgeh bo heyamê 2 heftiyan bi tewawî bê qerentînekirin, vîrûsa koronayê bi awayekî lezgîn û berfireh di wê parêzgehê de belav bûye û hejmara tûşbûn û canjidesdana bi sedema vîrûsa Koronayê, di wê parêzgehê de gihîştiye asteke herî bilind.

Nexweşxaneyên ku pêketiyên Koronayê verdigrin rastî pirsgirêka nebûna cih bona razandina nexwşan hatine, kêmbûna dermanan, xercê zêde yên nexweşxaneyan mandîbûna kadrên dermanî û tûşbûna perestaran, pizîşk û kadrên dermanî di wê parêzgehê de pirsgirêkên herî girîngin û cihê nîgeraniyê ye.

Rejîma Îranê piraniya caran xelkê tawanbar dike ku yasayên xweparastinê cî be cî nakin, lê xelkê wê parêzgehê bona dabînkirina hewcehiyên jiyanê û peydakirina kar neçarin ku ji malên xwe derkevin û rastî vîrûsa Koronayê dibin.

Saziya “Nizam Pizîşkî” daye zanîn ku bo qutkirina zincîreya belavbûna vîrûsa  Koronayê hewce ye ku bo heyamê 2 heftiyan parêzgeh bi tewawî bê qerentînekirin.