
Kurdistanmedia: Cêgirê hevahengiya Spaha Welî Esir li parêzgeha Ehwazê got: Yekek ji fakterên serketina Spahê, besîcên dersxwanin.
Roja Yekşemî, 6`ê Xezelwerê, cihgirê hevahengiya Spaha Welî Esir a parêzgeha Ehwazê, “Abdulriza Hacetî”gotibû: Yekek ji fakterên serketina Spha Pasdaran, besîcên dersxwanin.
Navbirî bas dike ku 36 hezar dersxwan di şerê Îran û Îraqê de hatine kuştinê.
Navbirî her wisa got: Di parêzgeha Ehwazê de 3700 dibistan û 425 gurûpên cîhadî yên dibistanan hene û di hemû dibistanan de bikehên besîc hene, heya yên ku di nû de hatine avakirin jî hene.
Axavtinê wî berpirsê Spaha terorîst di demekê de ye ku, di Îranê de kêmasiya mamoste, dibistan û bûdceyê heye, lê ew berpirsê terorîst li fikra sîxurîkirina xwe di nav dibistanan de ye.
Mudaxilkirina Spaha Pasdaran a terorîst di sîstema Pewerde û Hînkariya Îranê de, di astekê de ye, ku heya Pasdar “Hacetî”, plana perwerdekirina dersxwan di parêgeha Ehwazî de, bi sêgoşeya dibistan, Mizgevt û besîcên dersxwan dide xûya û dibêje ku dersxwanên ku di eniya şer de hatine kuştinê rola xwe baş lîstine.