Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dibistan û dersxwanan di gundan de pirsgirêkên micid hene

11:58 - 24 Çirriya pêşîn 2020

2942 dibistan di gundan de sîstema ava vexwarinê tinînin û 700 dibistanan jî avdest tinîn û 1 hezar û 70 dibistan jî avdestên xirab û bikêrnehatî hene.

Roja Înê, Serokê Giştî yê “Geşeya Dadperwerî û Perwerdeya Gundan”, “Mihemedriza Sêyfî”, derheq ava vexwarin û avedestan di wan dibistanan de ragihand: “Di Îranê de 6 hezar û 137 dibistanên gundan hene ku 2 hezar û 924 dibistan sîstema ava vexwarinê tinînin û zêdetir ji 700 dibistan jî evdest tinîn ku di parêzgehên “Xûzistan, Kirman û Luristan”ê de zêdetirîn hewcehî bi avakirina avdestan hene û avdestên 1 hezar û 70 dibistan jî xirab bûne an êdî nayên bikaranîn û hewcehî bi nûjenkirinê hene”.

Herwisa navbirî ragihand ku hewcehî bi 780 dibistanên xîvetî û 1 hezar dibistanên kanêksî û 517 bîna bo dibistanên gundan hene.

“Mihemedriza Sêyfî”, daye zanîn ku, “nêzî 15 hezar mamosta di wan dibistanan de kar dikin û li rewşa niha ya Koronayê de, hebûna emrazên hestiyar wekî hebûna av û avdest, girîngiyekî zêde heye ku mamosta û dersxwan bikarin yasayên tenduristiyê bi başî bi rê ve bibin”.

Dibistan û xwendingehên gundan hewcehî bi bûdceyekî zêde û lezgîn hene ku bikarin perwerde û hînkarî bê encam dan, lê rejîma Îranê bûdceya welat di cihên wekî Lubnan, Sûriye û Îraqê de xerc dike û pirsgirêkên gundan bo rejîma Îranê ti girîng nîne.