Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîdara “Nê û Hewramanê” tevî gefên îtila`atê bi rê ve çû

12:10 - 2 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Xelkê yekgirtî yên Kurdistanê bi armanca rêzgirtin ji hevkarî, hevdengî û vekheviya xelkê, îro li ser navê “Karwanê Xoşewîstî”, ber bi Hewramanê ve bi rê ketin.

Pêka nûçeya ku gihşîtiye malpera “Kurdistanmedia”yê, îro Pêncşemî, 12`ê Befranbar (2`ê Kanûna Paşîn), xelkê têkoşer ên bajaroka “Nê” û herwisa bajarê Merîwanê, wekî vefadarî û rêzgirtin ji xelkê Heweramanê li derheq hevkarîkirin û xwedîderketin ji cîwanên Kurd bê ti cudahîdanînekê, serdana wê deverê dikin.

Ew çalakiya li ser navê “Karwanî Xoşewîstî”, bi rê ve diçe.

Bo lidarxistina wê rêûresmê, ji çalakvanên medenî û jîngehparêzî, sazî û gurûpên jîngehparêz û çiyagerî, xelkê Merîwan û gundên wî bajarî daxawaz kirine ku beşdarî di wê rêûresmê de bikin.

Pêka zaniyariyan, saziya Spaha Pasdaran a terorîst, bi planên cuda hewlê dide ku wê rêûresmê lidar nexînin.

Karbidestên Spaha terorîst a rejîmê, bi rêya torên civakî û telefonê ve, gef ji çalakvanên Merîwanê dixwe, ku xwe ji wê rêûresmê, bi dûr bigirin.

Rejîma Îranê ji tirsa serhildana xelkê di Kurdistanê de, bi tundtirîn rewş, bajar awarte dike.

Piştî canjidestdana wan 2 kolberên Kurd, yên bi navên “Azad û Ferhad Xusrewî”, xelk di Kurdistanê de, hevderdî û hevxemiya xwe, digel malbata wan 2 kolberan, nîşan dan.