“Newaf Reşîd” Nûnerê Encûmena Nîştimanî ya Kurdê Sûriyê serdana pêwendiyên PDKÎ li bajarê Hewlêrê kir.
Roja Yekşemî 8ê Xakelêweya 2721 a Kurdî şandek li “ENKS”ê bi serperestiya “Newaf Reşîd” nûnerê “ENKS” li herêma Kurdistanê, serdana pêwendiyên PDKÎ li bajarê Hewlêrê kir.
Ew şanda mêvana ji aliyê hey`etek ji PDKÎ bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” berpirsê pêwendiyên Kurdistanê yên PDKÎ ve hatine pêşwazîkirin.
Di vê dîdara hevpar de komek pirs û mijarên pêwendîdar bi pirsgirêk û arîşeyên siyasî di deverê de û meşa Kurdan di Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê de hatine berbas û dîtingehên du aliyan li ser wan pirsan hatine baskirin.
Herdu aliyan di basên xwe de tekezî li ser giringiya diyalogê di navbera aliyên siyasî yên Kurd li hember yekrîzî û helwesta çawahiya rûbirûbûn digel pêşhatan kirin.