Xelkê têkoşer ên Kurdistanê bi keç û xort bo rêzgirtin li şehîdên “Mîkonos”ê li gund û bajaran bi şêweyên cuda çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Pêşmergên Bajar li Seqizê bi hilkefta 26`ê Xermananê, bi roja ronahî alaya Kurdistanê li bilindahiya parka “Kewser” bilind kirin ku bû sedema kêfxweşiya xelkê.
Li Sineyê lawên şoreşvan bo peymannûkirin digel 26`ê Xermananê salvegera şehîdbûna Dr. “Şerefkendî” çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.
Beşek ji wan cihên ku çalakiyên banghêjî tê de hatine lidarxistin pêk hatine ji: “Çem Kersî, rêya Geniman, derdorên Hesen Ava û Awiyer”ê.
Li Baneyê şoreşvanên Demokrat bo peymannûkirin digel rêbaza şehîdnên Mîkonosê, li rêyên “Çîçoran, Kerîm Ava, Boyen, Encîle, Surên, Arbaba û Pîrmurad” û herwisa li hin şeqamên nav bajar û cihên giştî çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Li bajaroka “Rehîm Xan” a ser bi bajarê Bokanê çalakiyên binghêjî hatine lidarxistin û digel rêbaza şehîdan peyman hate nûkirin.
Hevdem şoreşvanên Demokrat li çiyayê “Terexe, Menbe`a avê” û piraniya gundên navçeya “Feyzullah Beg” a bajarê Bokanê, çalakiyên berfireh bi rê ve birin.
Li “Dizeya Mirgewe” lawên Demokrat bo şermezarkirina terorîzma navdewletî a rejîma Tehranê çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.
Li Pîranşehrê, qehrimanên Demokrat bo çendemîn car li gund û derdorên wî bajarî bi boneya 26`ê Xermananê çalakî bi rê ve birin.
Lawên Demokrat ên “Selasa Bawecanî” bi birêvebirina çalakiyên banghêjî peyman digel rêbaza şehîdên “Mîkonos”ê nû kirin.
Li Mihabadê, xortên Demokrat bi hilkefta 26`ê Xermananê li gundên wî bajarî bi awayî berfireh çalakiyên banghêjî lidar xistin û bi belavkirina tirakt û posterên taybet, terorîzma navdewletî a rejîma Tehranê şermezar kirin.
Endamên Hizba Demokrat ên Tengîserê bi hilkefta 26`ê Xermananê çalakî lidar xistin.
Qehrimanên Nîyer bo piştevanî li Hizba Demokrat û peymannûkirin digel rêbaza şehîdên “Mîkonos”ê çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Lawên şoreşgêr li Paweyê bi boneya 26`ê Xermananê çalakiyên banghêjî lidar xistin.