Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dij û min

12:12 - 22 Gulan 2022

Kerîm Perwîzî

Ji demaku Xamineyî bûye Weliyê Feqî yê wê pergala kolonyalîst a terorîstê, heftî û meh nebûye ku di niqaşkirin û axavtinên xwe de behsa dijmin neke. Ew canliberê nexweş ku çarenivîsa bi milyonan mirovî li welatê  bela lêdayî yê Îranê ketiye ber destê wî, bi awayek berdewam behsa vê yekê dike ku,  dijmin mejûlî raçandina pîlanan li dijî wî ye! Dijmin dixwazin êrîşî li ser gel bikin û gel jinav bibin! Gel hilbixelitînin! Bi kurtasî ya ku di mejiyê vala û paremayî yê Xamineyî de diqewm e, deqe bi deqe şerekî, derûnî, aborî, ewlehî, leşkerî, olî û kultûriye ku, dinavbera dujimn û gel de tê lidarxistin.

Zelal û eşkere ye ku, mebesta Xamineyî ji “gel” ev mirov nînin ku, li hûndirî cografiya Îranê de dijîn. Ya ku di wêjeya dirust û lojîka mirovahiyê de ye, gel ji gelê nişteciyên welatekê re dibêjin! Xamineyî bixwe bi sedan ji wan mirovan îşkence dike û destûra kuştina wan dide û her di vê heyama nexsweşiya Koronayê de, pêka amarên nefermî 800 hezar kes ji wan mirovan, bi sedema ser hişkiya Xamineyî canê xwe jidest dan. Dema ku wiha ye di nav mejiyê Xamineyî de, gel Xamineyî bixwe ye.

Dijmin jî, tev ev mirov in ku, dixwazin bi wateya peyvê dij û min, dijberiya canliberekî bi navê Xaminey bikin, her bi vê sedemê ye ku, ev şera li hûndrî mejiyê Xamineyî de dimeşe, şerek di navbera Xamineyî û tev ewên ku wiha lidijî wî dirindeyî ne.

Ji bo naskirina sîmaya rasteqîne ya dij û min ên Xamineyî, hewce ye  ku, mêzeyî bûyerên herêmê bikin. Demaku xelkê Îranê derdikevine li ser şeqaman û siloganên lidijî Xamineyî diqîrin, çarstûnên laşê Xamineyî direcifin. Demaku xelkê Îraqê, bitaybet li herêmên Şî`e meseb yên aliyê xwarê li Îraqê, ji destûpeywendiyên rejîma Îranê re deng nadin û girûpên girêdayî rejîma Îranê şikestên siyasî dixwen, Xamineyî nîv rihî dibe. Demaku li Lubnanê her girûpek çi Mesîhî bin û çi Sunî meseb yan jî Şî`e meseb bin an bi her awayekî nêzî Îran  û rejîma Xamineyî bin, dengê wan ji kêmiyê dide, di parlemanê de lawaz dibe û pişta Xamineyî direcife.

Ew bûyer, helwest û nîgeraniyên han Xamineyî û sîstema komara Îslamî ji me re dibêjin ku, herçend ku Xamineyî û rejîma wî ji mûşekên balistîk, balafirên Amerîka û Îsraîlê ditirsin, lê, ya ku wekî dijminê serekî yê xwe dibîne, hişyarbûna xelkê ye!

Xamineyî û sîstema kolonyalîstî ya desthilatdar li ser Îranê de, hez ji şer, alozî û kuştinê heye lê, tev bi tarîtî û bi kêşûhewayê şêlo  û ne zelal cîbicî bibe. Her core zelalbûna rewş û hişyariyê, xelkê dijminê serekî ên xwe dizanin û weke rehniya berfê jê ditirsin!