Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijberî û haydariya Komarîxwazan, ji derêxistina Sipaha Pastaran di nava lîstê terorê

13:12 - 24 Adar 2022

Endamên Komarîxwaze Kongira Amerîka neyariya xwe li hember egera derêxistina navê Sipaha Pastaran a terorîst, di nava lîstê girûp û rêkxistinên terorîst, neyarî û nîgeraniya xwe dane xûyakirin û haydarî dan.

Di kombûna  nihêniye roja Sêşemiyê a Sinaya Amerîka de, ku Rabêrt Malî nûnerê taybetiye Amerîka bo karûbarê Îranê li derheq egera derêxistina navê Sipahê di nava lîstê terorê de, nûnerên Komarîxwaz bi nîşana nerizayetî û neyariya xwe li ser wê pirsê, ev kombûn bicî hêlan.

Nûnerên Komarîxwaz li hember egera derêxistina navê Sipahê di nava lîstê rêkxistinên terorîstî de, haydarî dane îdara Co Baydên.

Komarîxwazan li ser wê bawirêne ku di egera rêkevtina Bercamê de hekî navê Sipahê di nava lîstê terorê bête derêxistin, wê demê dorpêç dê li ser Sipaha pastaran bête rakirin, û 90 heya 130 Milyard Dolar dê bikeve ber destê wê rêkxistina terorîstî, ku ev jî di berjewendiya Amerîka de nîne.

Komarî xwazan daxwaz ji Antonî Bilînkênê wezîrê derwe yê Amerîka kirine ku bi tu awayekê nabe Sipaha Pastaran di nava lîstê girûpên terorîstî de bête derêxistin.

Ev nerizayetiya Komarîxwazan bû sedem ku dewleta Baydên, hinekê bi hestiyarî serederiyê digel wê pirsê bike, û şert dana ku hekî sipaha Pastaran di nava lîstê terorê bête derêxistin, di hember de divê soz bide ku destêwerdanê û karê terorîstî û destêwerdanê li nawçê de neket.

Gorî gotina Komarîxwazên Amerîka, heta rejîma Îranê danana mercekî han bo derêxistina Sipahê di nava lîstê terorê qebûl nekirine.

Ewajî tête wê wateyê ku dema Sipa li nava lîstê terorê bête derêxistin, dê dorpêçên abûrî li ser bêne hilgirtin, û dê destê wê zêdetir wekirî dibe bo tevdanî û alozkirina nawçê û zêdetir encamdana karên terorîstî.