
Kurdistanmedia: Dijberiyên rayedarên Tirkiyê yên derheq bajarên Kurdistanê tenê bi guhertina şaredarên Kurd dawî pê nayê.
Li gorî rapora rojnameya “Or Nesil” a Tirkiyê, “Mehmet Emin Bilmez’in” fermandarê nû yê bajarê Wan a mezine, ku, li cihê şaredarê Kurd yê hatî vêde danîne, û navbirî her di destpêka karê xwe de, destûra jibirkirina zimanê Kurdî li ser rûpela fermî a “twitter”a wê îdareyê daye, ku li gorî vê destûrê li wir şûnda nabe li ser rûpela “twitter” a wê îdareyê bi zimanê Kurdî bê nivîsandin.
Wî berpirsî nû yê Tirk ku, ji aliyê serkomarê wî welatî “Recep Tayyip Erdoğan” ve hatiye hilbijartin, navê “şaredariya mezin a Wanê” bo şaredariya mezin a Komara Tirkiyê guheriye.
Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi sedemên cuda, şerdarên HDPê yên Bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji ser kar hatin dûrxistin.
Eve nêzê 7 rojên ku Her bi vê sedemê, welatiyên Kurd di piraniya bajarên Bakûrê Kurdistanê de li dijî wê biryarê xwenîşandan kirine, û heya niha sedan kesên bê soç jî hatine binçavkirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê “Bedîa Ozgokçe Ertan” daye zanîn ku: “Ev biryar derbeyeke li dijî mafê hilbijartinê ye û herwisa derbeyeke siyasî ye, û dibe rêz ji mafê gel re bê girtin.