
Kurdistanmedia: Rêberê rejîma Îranê li dijî xwenîşanderên Lubnan û Îraqê dijekiryar nîşan dan.
Xamineyî rêberê rejîma terorîst ya Îranê, roja Çarşemiyê, 8`ê Xezelwerê, li dijî xwenîşandana Lubnan û Îraqê dijekiryar nîşan da û daye zanîn ku, Amerîka û sîstemên ewlehî yên welatên rojava, wan aloziyan diafirînin.
Rêberê rejîma Îranê di demekê de şîreta terorîstan dike ku bixwe fermana teror, alozkirin û jinavbirina hevwelatiyên din daye, û herwisa şandina şoreşê bo derveyê welat, di sereketirîn destûra rejîmê de ye.
Herwisa Xamineyê got: Dujminan fikrên wiha bo welatê me jî hebûn, lê ew plane hate jinavbirin.
Axavtinê rêberê rejîma Îranê di demekê de ye ku, him li Îraqê him jî li Lubnanê, xelk bi sedema mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarên welatên wan de, bi berdewamî xwenîşandanan dikin û li dijî rejîma Îranê siloganan didin, ew nerizayetiye heya niha jî dom heye, û di Îraqê de nêzî 100`an kes hatine kuştin û hezaran kes jî hatine birîndarkirin.