Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijkiryarên berfireh yên cîhanî li hember îdamkirina Nevîd Efkarî

14:05 - 13 Îlon 2020

Rejîma Îranê bê guhdan bi cehd û daxwaza navnetewî bona rawesatandina hikmê îdama Nevîd Efkarî, ew “zoranbaz” (kuştîgîr) îdam kir.

Di hember îdama wî werzşvanê de, di asta navnetewî de gelek dijkiryar hatine nîşandan.

Roja Şemî, li asta fermî û ji aliyê Wezareta Derve a zaf welatên cîhanê de, bi dana daxuyaniyan, îdama werzşvanê Îranî ji aliyê rejîmê ve bi tundî hate şermezarkirin.

Saziya Lêbûrîn ya Navnetewî, kuştina Nevîd Efkarî bi tundî şermezar kir.

Herwisa piraniya Saziyên Parêzvan yên Mafê Mirov , Rêkxistin û Fedrasiyonên Cîhanî yên Werzişî, werzşvanên bi navûdeng ên cîhanî, kesayetiyên navdar û siyasî û demûdezgehên cuda-cuda yên zaf welatan, îdamkirina Nevîd Efkarî şermezar kirin.

Di navxweyê Îranê de jî , îdama wî werzşvanê nerizayetî bi du xwe ve anî, şeva derbasbûyî di bajarê Bûşêhr û zaf cihên dinê de, bi armanca şermezarkirina îdama Nevîd, xelk hatine ser şeqaman û dest kirind bi silogan dan li dijî rejîmê.

Nevîd Efkarî di xwenîşandanên Gelawêja sala 1397`an de hatibû binçavkirin û cezaya îdamê bi ser de hatibû sepandin ku di encamê de roja 22ê Xermananê di girtîgeha Adil Abad a bajarê Şîrazê de hate îdamkirin.