Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîktatoriya “Al Jazeer”ê bi dawî bû

12:50 - 3 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Piştî xwenîşandanên nerazîbûnê berfireh yên xelkê “Al Jazeer”ê, serokê wî dev ji karê xwe berda.

Li gorî nûçeyên medyayên fermî yên “Al Jazeer”ê ku, ragihandine, roja Sêşemî “Abdelaziz Bouteflika” serokê wî welatî dev ji karê xwe berda.

Kanalên girêdayî “Al Jazeer”ê jî dane zelalkirin ku, “Bouteflika” ji Konseya yasaya bingehîn a wi welatî re ragehandiye ku, navbirî wê dev ji desthilatê berde.

Her di vê pêwendiyê Artêşa “Al Jazeer”ê jî, piştî protestoyên li dijî “Bouteflika”, daxwaz ji navbirî kiribûn da ku, dev ji desthilatê berde.

“Bouteflika”yê temen 82 salî, ji 1999`an şûnda desthilata “Al Jazeer”ê bi dest wî bûye, û navbirî bi sedema nexweşiya xwe, li 2013`an şûnda di bûeyerên giştî de zêde dernediket.

Ew heyama 2 mehan bû ku, xelkê wî welatî li dijî dîktatoriya “Buteflîke” meşên nerazîbûnê lidarx istibûn, û di encamê de jî, navbirî bi sebeba givaşên serîhildayî yên xelkê wî welatî, neçar ma dev ji karê xwe berde.