Dîplomat-terorîstê rejîma Îranê li bajarê Istenbola Tirkiyê bi sedema hebûna rol li kuştina “Mesûd Molewî” hate binçavkirin.
Roja Pêncşemî 11ê Şibatê, rojnameya “Daylî Sebah”a Tirkiyê ragihand ku karmendekî 34 salî yê balyozxaneya Îranê li Istenbolê bi navê “Mihemedriza Nasirzade” bi sedema hebûna rol di kuştina birêveberê kanala telegramî ya bi navê “Îfşager”, “Mesûd Molewî”, hatiye binçavkirin.
Mesûd Molewî, li 23ê Xezelwera sala 1398an li yekek ji şeqamên taxa “Şîşlî” a Istenbolê hatibû kuştin.
Ew terorîst-dîplomatê rejîma Îranê bo “Elî Efsencanî” ku bikujê “Mesûd Molewî bûye, belgeyên sexte çêkirine ku bikare bi awayê qaçaxî piştî kuştina “Mesûd” bizivire Îranê.
Dosyeya wî dîplomat-terorîstê rejîma Îranê di halekê de ye ku dosyeya terorîst-dîplomatê rejîma Îranê, “Esedullah Esedî” li dadgeha Beljîkê de bi 20 salan girtîgehê hatibû cezakirin û careke din mijara çalakiyên terorîstî yên dewletiya rejîma Îranê di welatên dinê de anîbû rojevê.
Heyamek berî niha 20 kesayetiyên siyasî yên Ewropayê û piştre 40 endamên Parlemana Şêwraya Ewropayê di nameyên cuda de daxwaza çalakiyên bi wec bona naskirin, binçavkirin û derxistina destûpêwendiyên rejîma Îranê û bi kirêgirtiyên wê rejîmê, ji axa Ewrpoayê kiribûn.