Dîplomatekî payebilind yê Amerîkayê ku di civîna Lihevkirina Bercamê de beşdare ragihandiye ku: “Ger Îran nezivire bo nav Lihevkirina Bercamê, Amerîka dê bersivek hewce ji Îranê re bide.”
Roja Duşemî 11`ê Rêbendanê, ew dîplomatê Amerîkayê ji nûçegihanan re ragihand ku: “ Tenê çend heftî maye ku Îranê bizivire bo nav Lihevkirina Bercamê, piştî vê dê bertekên cuda hebin.
Herwisa navbirî ev yek jî zêde kiriye ku: Aliyê Îranê vê yekê dizanin ku cem Amerîkayê pirsa Lihevkirina Bercamê yekalî bûye û lewma zivirîna bo nav Lihevkirina Bercamê bêqîmet dizanin.”
Roja Yekşemî 10`ê Rêbendanê, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê ragihand ku: “ Bona zivirîna Îranê bo nav Lihevkirina Bercamê tenê çend heftî mecal maye, di egera Lihevnekirina gotûbêjan de, Amerîka dê dorpêçên aborî û siyasî yên li dijî Îranê zêde bike.”