Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîplomatekî Almanî hişdarî da rejîma Îranê

13:05 - 17 Şibat 2021

Dîplomatekî Almanî li derheq biryara rêgirîkirina rejîma Îranê ji lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, bi rejma Îranê hişdarî daye.

Roja Sêşemî 16ê Şibatê, Nûçegihaniya “Reuters”a Alman tevî veşartina navê dîplomatekî Almanî daye zanîn ku wî dîplomatê Almanî li derheq rêgiriya rejîma Îranê ji lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, bi rejma Îranê hişdarî daye û ragihandiye ku ew kiryara rejîma Îranê bi ti awayî nayê qebûlkirin”.

Herwisa wî dîplomatê Almanî gotiye: “Em daxwazê ji Îranê dikin ku xwe ji hilgirtina wê pêngavê biparêze, me li wê derheqê de digel hevpeymanên xwe yên wekî Amerîkayê di pêwendiyên nêz de ne”.

Roja Duşemî 15ê Şibatê, rejîma Îranê ragihandibû ku hekî aliyên din yên girêbesta “Bercam”ê sozên xwe bi cih neyînin, dê li heftiya bê de lêkolînên Ajansa Navnetwî ya Vizeya Navkî dê bêne rawestandin.

Ajansa Navnetewî ya Vizeya Nakî di daxuyaniyekê de dabû zanîn ku: “Îran li roja 15ê “February” bi ajansanê re agehdarî daye ku dê hevkariya xwebexşane ya rohnkirina bernameya navikiya xwe ku pêka Bercamê cî bi cî dikir, dê li 23ê “Februariy”ê de rabigre”.

Rejîma Îranê hemû fêl û şanoyan bi rê ve dibe ku bikare dema hewce bona berhemanîna çeka navikî bi dest xwe ve bîne.