Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diravê xêrxwazên çêkirina xwendingehan li Bokanê bo seyrana Rahiyên Nûr tê xerckirin

21:32 - 14 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Pere û alîkariya sendûqa xêrxwazên Bokanê bo danîna hînên besîc û seyrana Rahiyanê Nûr tê xerckirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, bi qasê yek Milyard Tûmen ku ji aliyê xêrxwazên çêkirina qutabxanan li bajarê Bokanê ku ji 200 bazarî û 500 çalakvanên çandî pêk hatibû û bi armaca nojenkirina xwendingehên vî bajarî hatibû kom kirin, ji aliyê îdareya parwerde û hinkirinê ve bo Rahyanê Nûr û birêveçûna kilasên besîcî tê xerc kirin.

Li gor vê raporê a niha pitir ji 400 Pol ji hevceyên bajarê Bokanê ne û tu bernameyek ji bo çareseriya vê arîşeyane di dest wan de nine û serbarî komkirina diraveke zaf ji aliyê xêrxwazan ve tenê yek debistan hatiye nojen kirin.

Piştre jî çend meh berî niha “Kurdistanmedia” raporek li ser wergirtina dirav ji derxwanan li bajarê Sine, Kamyaran û Mûjij bilav kiribû ku ew dirave ji seyrana Rahiyanê Nûr de hatiye xerckirin.