Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dironek ya sîxuriya rejîma Îranê li “Kûhreng”ê kevte xwarê

19:02 - 5 Kanûna pêşîn 2021

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî di nava torên civakî de tê xuya ku dironek ya rejîma Îranê li bajarê “Kûhreng”ê ser bi parêzgeha “Çarmehal û Bextiyarî”yê kevtiye xwarê.

Xelkê wî bajarî di dema kevtina wê dironê de girtevîdiyo jê helgirtine û belav kirine, herwisa vîdyoyek din belav kirine ku helîkopterek mijûlê veguhastina wê dironê ji gundê “Mîhe”yê ser bi bajarê “Kûhreng”ê ye.

Yek ji berpirsên bajarê “Kûhreng”ê ew nûçeye piştrast kiriye, lê ti basek ji hûrdekariyên wê nekiriye.

Herwisa kanala “Xeber” a ser bi rejîma Îranê bas ji vê yekê kiriye ku ew diron havşêweya “dirona Îranî ya bi navê Sîmorx û cora Amerîkayî ya RQ-170”yê.

Rejîma Îslamiya Îranê berdewam bo sîxorîkirin bo ser xelkê û bo karên terorîstî ji dironan mifah werdigre. Herwisa pêka rapora nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, rejîma Îranê di dema binçav kirina çend welatiyan li bajarê “Bane”yê ji dironan mifah wergirtibû.

Herwisa berê jî Spaha Pasdaran a terorîst bi armaca lêdana hêza Pêşmergê Kurdistanê ji dirpnên bombrêjkirî mifah wergirtibû û êrîşî li ser çiyayên Kurdistanê kiribû.