Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan Agir berdane Daristan û jîngeha Kirmaşanê

14:14 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2020

Bi sedema agirpêketin di herêma “Kirmaşan”ê de, bi 10an hiktar jîngeha Kurdistanê şevitî

Roja Pêncşemî, 23 ê Tîrmeha 2020 an, di devera “Giyelan” a girêdayê  parêzgeha “Kirmaşan”ê de, bi awayekî cihê gumanê, Agir berdan xwezaya bajarê “Giyelan”ê û piştî çendîn demjimêran, bi cehda xelkê, ew Agir hatibû temirand û wi xelkî bi destên betal, karîbûn wî karî bikin, lê nêzî 40 hitkar ji sirûşta “Giyelan”ê di nawa Aagir de şevirtî.

Her wekî hemû agirpêketin ên dinê yên Rojhilatê Kurdistanê, ku ji aliyê kesên girêdayê rejîmê ve hatine kirinê, ew şevat jî her ji aliyê kesên girêdayê rejîmê ve hatiye kirinê.

Armanca rejîma Îranê, derheq şevitandina sirûşt û ji navbirina xwezaya Kurdistan ê, gemar, û dijî jîngehê ye.

Di destpêka Îsal de, bi 100 an hiktar ji daristan, çêrîngeh û jîngeha Rojhilatê Kurdistanê, di nava Agir de şevitandine û piraniya wan Agirpêkevtinan di deverên “Hewraman, Kirmaşan û Îlam”ê de bûne.  

Xelkê Kurdistanê bi destê betal hemû cehdên xwe bona parastina jîngeha Kurdistanê dide û heya niha çendîn xortên Kurd bûne cangoriyê jîngehê û bûne şehîdê parastina sirûşta Kurdistanê.