
Ava gola Urmiyê ji 5 milyard metra 2cî jî daket û gihîştiye bi 4 milyard û 980 milyon metra 2cî û bi berçavgirtina demsla germayê, qasa ava wê golê dê roj bi roj kêmtir bibe.
Roja Sêşemî 25ê Gulanê, Nûnerê Parêzgehî yê Stada Zindîkirina Gola Urmiyê, “Ferhad Serxoş”, tevî îşarekirin bi rewşa gola Urmiyê got: “Niha teraza gola Urmiyê gihîştiye bi 1 hezar û 271.34 metran ku li sala derbasbûyî de hezar û 271.90 metir bû û berpaniya wê niha 3 hezar û 607 kîlometra 2 cî ye, lê di sala derbasbûyê de berpaniya gola Urmiyê 3 milyon û 749 kîlometra 2cî bû ku îsal pêka sala par 68 kîlometra 2cî kêm bûye.”
Herwisa navbirî got: “Amar didin xuya ku bi berevird digel sala derbasbûyî, îsal bi qasî 1 milyard û 93 milyon metra 3cî av kêmtir bûye û herwisa qasa barîna baran û befir jî bi qasî %24 kêmtir ji sala derbasbûyî ye”.
Avakirina avbendan, bê mifahwergirtin ji yasayên zanîstî yên jîngehî û avakirina pira “Kelanterî” li nav gola Urmiyê ku bê hebûna ti zaniyariyeke zanistî li derheq golan de hatibû çêkirin, sedemên bingehîn ên kêmbûna gola Urmiyê ne.
Rejîma Îranê bi armanca berjewendiyên demkî û bi nirxa jinavbirina jîngeh û ekosîstema deverên derdora gola Urmiyê, ew avbend û pir avakirin ku renge paşhatên gelek dijwar li xwe bigre.