Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan berpirsên rejîmê gefa jinavbirina Îsraîlê dixwin

13:03 - 7 Adar 2021

Wezîrê Berevanî yê rejîma Îranê, “Emîr Hatemî” îdia kir ku, bi îşareyeke “Elî Xamineyî” emê Telavîv û “Hêyfa”yê tev axê bikin yek.

Roja Yekşemî 7ê Adarê, Wezîrê Berevanî yê Rejîma Îranê, “Emîr Hatemî” di gotinên xwe de îdia kir ku, “di deverê de ti kesek Îsraîlê naxwaze, ew neçar mane ku li dora xwe dîwaran bikêşin, ew li neçarî hin caran gefan li Îrana bihêz dixwin û pêka gotina rehberê înqilabê (Elî Xamineyî) heke Îsraîl xeletiyekê bike, Telavîv dê tev axê bibe bi yek û hekî îsraîl şaşiyekê bike, ew dê bibe terh”.

Herwisa navbirî di gotinên xwe de îşare kir ku hebûna wan “girûpên Muqawimet! (girûpên terorîstî yên girêdayê rejîmê) encama siyaseta nerim a Îranê ye”.

Wî pasadarê terorîst bi rohnî daye zanîn ku bertekên Îsraîlê bi sedema gefên Îranê ne û bi eşkere gefan dixwe ku hekî şaşiyek hebe dê Îsraîlê li ser rûkê erdê rakin.

Çend rojan berî niha Serokwezîrê Îsraîlê, “Benjamin Netanyahu” bi tekezî ragihandibû ku: “Em îznê nadin ku girûpeke axûnd me li ser rûkê erdê rake”.