Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan derdorê bajarê Hewlêrê bû bi armanca mûşekan

12:32 - 7 Nîsan 2022

Êvareya Çarşemî 6`ê Nîsanê, nahiyeya “Kewirgosk” a ser bi qezaya “Xebat”a Herwlêrê bû armanca 3 katyûşayan, lê ti xisarek canî û malî tinebû.

Di vê derheqê de Hêza Dijeteror a Herêma Kurdistanê ragihandiye ku “nahiyeya “Kewirgosk” a ser bi qezaya “Xebat”a Herwlêrê bû armanca 3 katyûşayan û ev li nêzî palavtingeha “Kewirgosk”ê li nêzî çemê “Zêya Mezin” li nav zeviyên werzêriyê, kevtine xwarê û ti xisarek canî û malî tinebûye.”

Herwisa Hêza Dijeterora Herêma Kurdistanê ragihandiye ku “ew 3 katyûşayane ji derdora devera “Hemdaniye” arasteyî qeza Xebatê hatine kirin.”

Heta niha ti girûp an aliyek ew êrîşa nekêşaye stuyê xwe.

Her di vê derheqê de, li 13ê meha Adara 2022an, xaniyê tacrekî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bû armanca çendîn mûşekên Spaha Pasdaran a terorîst ku xisarek malî ya zêde li pey xwe anîbû.

Heta niha girûpên çekdar ên ser bi rejîma Îranê, çendîn caran bi vî awayî Herêma Kurdistanê kirine armanc.