Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan Îsraîlê êrîşê ser Sûriyê kir

10:59 - 16 Kanûna pêşîn 2021

Pêka nûçeyên belavbûyî, sibêdeha îro roja pêncşemî 25ê Sermawezê, balafirên şerker ên Îsraîlê êrîşek esmanî kirine ser deverên Başûrî ên Sûriyê û hejmarek leşkerên rejîma Sûriyê hatine birîndar û kuştin.

Balafirên Îsraîlê piştî demjimêr yekê sibêdeha pêncşemî, bilindahiyên “Golan”ê bombebaran kirine û tevî ziyanek maddî, leşkerek rejîma Sûriyê hatiye kuştin.

Pêka hin çavkaniyên nefermî jî, tê zanîn balafirên şerker ên Îsraîlê tevî bombebarankirina bilindahiya “Golan”ê derdorê balafirxaneya Demişqê bombebaran kirine û armanca wan jinavbirina barhilgirek cebilxaneyî ya rejîma Îranê bûye.

Di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê de, heta niha Îsraîlê sedan car binkeyên Spaha Quds a terorîst a rejîma Îranê û binkeyên leşkerî yên rejîma Sûriyê kiriye bi armanc, lê bi awayek fermî nekişaye stuyê xwe.

Lê Îsraîlê di wan êrîşan de du êrîşên gelek girîng kiriye ser binkeyên Sûriyê ku ev jî damezraweyên kîmiyayî yên Sûriyê bûne ku ev nûçeye di wan rojan de ji aliyê Nûçegihaniya “Reuters”ê ve hate teîdkirin.