Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan Îsraîlê li bakurê Sûriyê girûpên girêdayê rejîma Îranê kire armanc

12:39 - 7 Hezîran 2022

Bomberankirina girûpên girêdayî rejîma Îranê li bakurê Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve berdewamin.

Pêka rapora nûçegihaniyên dewletî yên “Sûriyê”, şeva Duşemî 6`ê Hezîranê artêşa Îsraîlê girûpa “Hizbulaha Lubnan”ê, û girûpên din yên girêdayî rejîmê li başurê “Sûriyê” kiriye armanc.

Herwisa “Çavedêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê” ragihandiye, artêşa Îsraîlê girûpên girêdayî rejîma Îranê yên wekî “Hizbulaha Lubnan”ê li devera “El-Kiswe” li başurê “Demişq”ê bombebaran kiriye.

Herwisa hatiye belavkirin ku, sîstema berevaniya esmanî ya li vê deverê li hember wan êrîşên Îsraîlê de bertek nîşan daye, lê 2 mûşekan armanca xwe pêkandine.

Heta niha ti amarek li derheq xisarên canî û malî yên wê êrîşê nehatine belavkirin.

Ew heyamek zêde ye ku Îsraîl, binkeyên rejîma Îranê û girûpên girêdayî wê rejîmê li Sûriyê dike armanc, lê ti aliyek wan êrîşan nagire bi stûyê xwe.

Herwisa berpirsên payebilind yên Îsraîlê berê ragihandibûn ku, ew rê nadin girûpên girêdayî rejîma Îranê li Sûriyê cihgîr bibin.