
Kurdistanmedia: Li Îranê nirxa perê biyanî û zêr roj lipey roj bilind dibe.
Mihemed Keştî Aray, serokê komîsyona taybet a zêr di gotûbêjekê de got: Di heyama hefteya derbazbûyî de 15 Dolar bi nirxa cîhanî a perê biyanî hate zêdekirin, û ev yek bû sedem da ku nirxa zêr û sike li bazarên Îranê jî bilind bibin.
Navbirî zêde jî kir ku: Bilindbûna nirxa perê biyanî bûye sedem ku nirxa zêr û sike jî bilind be.
Niha nirxa perê Dolar heya 14 hezar û 300 Tûmenî bilind bûye û nirxa sike jî sînorê 5 milyon Tûmenî derbaz kiriye heya 5 milyon û 10 hezar Tûmenî bilindbûye.
Wî çalakvanê bazara zêr got: Piroseya bilindbûna nirxa zêr û sike li heyama hefteya derbazbûyî hatiye gorê û heya niha %5.7 ji nirxa zêr û sike li çav heyama hefteya derbazbûyî zêde bûye.
Bilindbûna nirxan di Îranê de, piştî dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê bi awayekî berdewam zêde bûye û heya niha beprisên rejîmê tu çareseriyek bo vê kirîza ku pirsiya welatê Îranê girtiye peyda nekirine.
Bilindbûna nirxan ji aliyekî û betaliya hevwelatiyan ji aliyekî din bûye sedem ku hevwelatî şiyana dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe nebin û yan jî rû li karê metirsîdar wekî kolberiyê bikin û bo peydakirina pariyek nan rastî golleraşadinên rasterast yên hêzên dagîrkar yên rejîmê bên û canê xwe jidest bidin.