Kurdistanmedia: Di Îranê de bi awayekî berdewam nirxên alavên elekterîkê bilind dibin û her di vê pêwendiyê de, nirxên mobaylan jî bilind dibin.
Li gorî nûçeyên naxweyî yên belavbûyî, berpirsê yekîniya alavên pêwendîgirtinê yê parêzgrha Elborzê, Mihemedmehdî Xeforiyan ragihandiye ku: Niha rewşa bazara amorên pêwendîgiritên wisa ye ku, û paşeroja wê bazarê jî, nezelale.
Herwisa navbirî da zanîn, bi sedema bilindbûna nirxên mobaylan, niha piraniya welatiyan şiyanakirina mobaylan tunîne û heya rewşa bazarê zelal nebe, û malpera “Register” ya mobaylan neyê daxistin, rewşa nirxa van çê nabe, û hekî herwiha be, wê nirxên mobaylan 20% ji bilind dibe.
Malpera “Register” ya mobaylên rêvingî di Îranê de, biryar wisa bû ku, li dawiya Banemera 1398`an bê daxistin, û hekî ev malper bê daxistin, nirxên mobaylan 20% ji bilind dibe.
Bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, nirxên hewcehiyên xwarin û vexwarin û alavên elektirîkî û hwd … çend hember bilind bûne, û berpirsên rejîmê jî tu hewlekê bo çareserkirina nirxan nadin û roj lipey roj nirxên alavan bilind dibin.