
Heyama 2 rojan e ku piraniya nanvxanên bajarê Bokanê hatine dayxistin û biryar e ku sibê bi tevahî bêne dayxistin û li bajarê Urmiyê jî pirsgirêka nan di hin taxên wî bajarî de heye.
Pêka gotina çavkaneyeke agehdar, di bajarê Bokanê de 2 roj in ku nan bi kêmî dest dikeve û piraniya nanvaxeneyên wî bajarî hatine dayxistin û xelk neçar mane di hin nanvaxaneyên ku nan hebûne di sefên dirêj de rawestin ku bikarin nan bikirin û piraniya wan kesan ku di wan sefên kirîna nan de rawstiyabûn, nan ber wan neketiye û nekarîne nan bikirin û di dukanên wî bajarî de ku nan difroşîn ti nanek peyda nabe.
Herwisa çavkaniyekê jî li bajarê Urmiyê daye zanîn, pirsgirêka nan li nanvaxaneyên bajarê Urmiyê heye û di hin taxên wî bajarî de nan bi kêmî dest dikeve û xelk bi neçarî di sefên dirêj de radiwestin ku bikarin nanê hewce bikirin.
Pirsgirêka ardê bikêrnehatî, bilindbûna xercê nanvaxaneyan, piştevanînekirina rejîmê ji kedkar û xwediyên nanvaxaneyan û herwisa nebûna ardê hewce bo patina nan, bûne sedem ku nan bi kêmî dest bikeve û bi sedema qutbûna berqê û kêmbûna avê, ew rewş hêj dijwartir bûye û xisarên giran ên malî bi nanvaxaneyan ketiye.