
Kurdistanmedia: Danana qeyûman li şûna şaredarên HDPê berdewam e û hikûmeta Tirkiyê vê carê jî dest dana ser şaredariya Cizîrê.
Îro roja Sêşemî 7`ê Xezelwer (29`ê Çirriya pêşîn), Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, şaredarê HDPê yê Cizîrê “Mehmed Zirix” ji ser kar derxist û di şûna wî de qeyûmek dest nîşan kir.
Li şûna şaredarê HDPê “Mehmet Zirix” Qaymeqamê Cizîrê Davûd Sînanglu wekî qeyûm hate raspartin.
Di hilbijartinên 31`ê Adarê de, HDPê li Cizîrê 77% deng bi dest xwe anîbûn.
Herwiha hikûmeta Tirkiyê beriya niha jî çend şaredarên HDPê yên bajarên wekî, Mêrdîn, Wan, Diyarbekir, Bismil Qulp û çend navçeyên din jî, ji kar dûr xistibûn û li şûna wan qeyûm dana bûn.