Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan trajêdiya kuştina kolberên Kurd

12:00 - 13 Îlon 2020

Her roj kolberên Kurd ji aliya hêzên rejîma Îranê û Artêşa Tirkiyê ve têne kuştin û birîndarkirin, lê Civatgeha Navdewletî wê trajêdiyê nabîne û bêdeng e.

Duh roja Şemî 22ê Xermanan (12ê Îlon)ê, kolberekî Kurd ê bi navê “Şehram Mihemedî” û xelkê bajarê Makoyê, rastî gullereşandina rasterast a hêzên Artêşa Tirkiyê hat û di encam de canê xwe ji dest da.

Herwisa di wê boseya Artêşa Tirkiyê de kolberekî din ê bi navê “Ceifer Rehberî” bi dijwarî hate birîndarkirin.

Di wê bûyerê de ku Ceifer Rehberî bi dijwarî tê birîndarkirin û dikeve destê hêzên Artêşa Tirkiyê û tevî birîndarbûnê, navbirî rastî lêdan û îşkenceya hêzên Artêşa Tirkiyê jî tê.

Ceifer Rehberî kolberê birîndarbûyî bo tedavitya pizîşkî ji aliyê xelkê Bakurê Kurdistanê ve bo navenda dermanî ya parêzgeha Vanê tê veguhastin.