
bûyerên hatinûçûnê li Îranê û bi taybetî di Rojhilatê Kurdistanê de yek ji wan sedeman e ku rojane canê welatiyan jê distîne.
Hêj heftiyek bi ser bûyera hatinûçûnê ya li bajarê Merîwanê dernab nebûye ku bibû sedema canajidestdana 16 kesan, dîsan li 13ê Xermananê li ser rêya “Sewlava-Kamyaran”ê 3 kes ên endamê malbatê ku 2 bira û xwîşkek bûn bi sedema bûyera hatinûçûnê canê xwe ji dest dan.
Herwisa di vê derheqê de şeva derbasbûyî li rêya “Rewanser- Pawe” yê jî 3 kesên din ên bi navên “Hisam Ebasî, Adil Mihemedî û Sebah Mehmûdî” bi dijwarî birîndar bûn û pêka zaniyariyan ew 3 kes kolber bûne û rewşa tenduristiya wan nebaş e.
Ew bûyerên ku bas ji wan hatine kirin bi tenê li heyama heftiyekê di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de qewimîne, ku bi gelemper 19 kesan canê xwe ji dest dane û 17 kes ji birîndar bûne.
Rêyên Parêzgeha Kirmaşanê yek ji wan rêyan e ku zêdetirîn rêjeya bûyerên hatinûçûnê heye û pêka amarên rejîma Îranê di 4 mehên destpêkî yên sala 1400an de, bi tenê di wê parêzgehê de 102 kesan canê xwe ji dest dane û 1 hezar û 634 kes jî birîndar bûne û bi berhevdanîn digel sala derbabûyî ev amar %12 zêde bûye.
Herwisa bûyerên hatin û çûnê di parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi berhevdanîn digel sala derbasbûyî %57 zêde bûye û amara canjidestdanan jî %49 zêde bûye û herwisa pêka amaran di 30 xulekan de 1 kes bi vê sedemê canê xwe ji dest dide.
Sedema bingehîn a wan bûyerane bi giştî xirabiya rêyên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi “Rêyên Mirinê” hatine binavkirin û canê welatiyan ji wan distîne, bi gelemper di parêzgehên Rojhilatê kurdistanê de wekî “Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam”ê di 4 mehên destpêka salê de, zêdetir ji 500 kesan canê xwe ji dest dane.