
Kurdistanmedia: Di encama agirgirtina sobeyekê li Zahidanê, sê zarokan jiyana xwe ji dest da.
Piştî vê ku di xwendingeheke Zahidan a ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, poleke xwendingehê, sobeya wê agir digre, û çend zarokan jiyana xwe ji dest da, parêzgar şîn û taziya giştî ragehand.
Destpêkê du ji wan dersxwanan jiyana xwe ji dest dabûn, û piştre dersxwaneke din bi sedema şevata servey %90 jiyana xwe ji dest dan.
Li gora raporan, di vê pola xwendinê de, sobeyeke nestandard hatiye bikaranîn. Tê gotin ku di dema bûyerê de, çar zarok di poleke xwendinê de asê mabûn, ku mixabin heya niha sê ji wan jiyana xwe ji dest dane.
Bêguman rejîma Îranê berpirsyar e li hemberî wan hemû bûyerên dilêş û bijan ku di xwendingehan de rû didin û zarok di encamê de dibin qurbanî. Rejîma di ciyê vê de ku serwet û samana welat ku ya xelkê ye bo xelkê welat xerc bike, dibe bo welatên din û ji bo bîhaniyan xerc dike, û rondikên heram bo zarokên Felestînî û Yemenî û Lubnanaî dirêje. Lê di hember de eva ye rewşa xwendingehên Îranê, ku her carê bi sedema nestandardbûna sobeyan û polên xwendinên ên kevn em şahidê bûyerên weha bûn.
Yek ji wna bûyerên herî bijan di xwendingeheke keçan a Şînawê bû. Di bûyera xwendingeha keçan a gundê Şînawê ya bajarê Pîranşar a girêdayî parêzgeha Urmiyê, ya ku di sala 1391`an de qewimîbû, zêdeyî 29 keçên dersxwan ji sedî 25-75 rastî şevatê hatibûn, ku du ji wan bi sebeba zêdebûna asta şevatê jiyana xwe ji dest dan.
Li gora raporan, “Nadiya Salih” û “Mehnaz Mihemedpûr” ji wan keçên Şînawê ne, ku tu demî nikarin bibin xwediyê zarokan, û “Sîma Şadkam” jî, tevî ku 4 caran hatiye emelkirin lê, heyanî niha jî êş û azarên wê dawî pê nehatine.
Herwisa “Amîne Rak” zêdetirîn asta şevatê heye, û “Sîma Muradî” jî bi sebeba zorbûna asta şevatê êş û azarê di hevka xwe de dibîne.