
Kurdistanmedia: Xwenîşandana xelkê nerazî di piraniya parêzgehên Îraqê de berdewam e, û di xwenîşandana duh nêzî 45 kes hatine kuştin û sedan kes jî birîndar bûne.
Roja pêncşemî 7`ê Xezelwerê, di piraniya bajarên Îraqê de xelkê nerazî li dijî gendelîkirina berpirsan û hejarî, betalî û mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê Îraqê de, xwenîşandan kirin.
Di bajarê Necefê de bi sedema mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarên Îraqê de xwenîşandan kirin, û konsolxaneya rejîmê jî şewitandin.
Her bi vê sedemê, hêzên girêdayî Spaha Pasdarn û heşta Şe`ibî xwenîşander kirine armancê gulleyên xwe, û di encamê de nêzî 15 kes hatine kuştin.
Di Parêzgeha Zî Qarê de jî hêzên girêdayê rejîma Îranê, xelkê nerazî dane ber gulleyan, û nêzî 30 kes ji xelkê nerazî hatine kuştin.
Her di vê derheqê de, Adil El-Dexilî parêzgerê parêzgeha Zî Qarê li ser karê xwe vêdeçû û got, “zarokên me bi destên hêzên bîhanî ku hatinê lêre têne kuştin û birîndarkirin, bê vê ku hikûmeta mehelî agehdarê hatina wan hêzan be, û di vê derheqê de jî, em nikarin bê dengiyê hilbijêr in.
Ji aliyek din ve jî, Balyozê Erebistana Siûdî “Osame Neqlî” gotiye: “Rejîma Îranê ewlehiya welatên Erebî têk daye,û herwisa di nav karûbarê welatên Lubnan û Îraqê de mudaxilê dike, bila Îran çavnihêrê bûyrên xirabtir li şewitandina konsolxaneya xwe li bajarê Necefê be.