Dîwana Bilind a Îraqê, şikayeta girûpên ser bi rejîma Îranê li derheq hilbijartinên parlemanê, red kir
Rewta “Sedir” wekî serkevtiyê hilbijartinên Îraqê bi bernameyek netewî û rawestan li hember destêverdanên rejîma Îranê hatiye meydanê.
Rewta “Sedir” ji gelempera 329 kursiyên parlemanê zêdetirîn kursî ankû 73 kursî bi dest xistin û ji Herêma Kurdistanê jî “Partiya Demoktar” karî 31 kursiyan bi dest xwe ve bîne.
Di hember de girûpên ser bi rejîma Îranê ku di hilbijartinên sala 2018an de karîbûn 48 kursiyan bi dest bixin, vê carê bi tenê karîbûn 14 kursiyan bi dest bixin.
Girûpên ser bi rejîma Îranê nerizayetiya xwe li hember encama hilbijartinan dabûne xuya û daxwaza hilveşandina encama hilbijartinan kiribûn.
Roja Duşemî 27ê Kanûna Pêşîn Diwana Bilind a Îraqê bo pêregihîştin bi şikayeta aliyên nerazî yên hilbijartinan, civînek pêk anîbûn.
Di wê civînê de Dîwana Bilind a Îraqê daxwaza serokê Hevpeymaniya “Fetih” ê bi navê “Hadî Amirî” bo hilveşandina encama hilbijartinan red kir û encama hilbijartinan bi sedema nebûna belge li derheq sextekariyan her wek xwe pesend kir.