Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîwandere/ Rejîma Îranê daxwaz ji hemwelatiyan dikin bo şer biçne Îraq û Filistînê

14:15 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Li Dîwanderê rejîma Îranê di rêûresmekî taybet ên naskirî bi Şeva Qedr de daxwaz ji hemwelatiyan kirine ku bo şer tevî Îsraîl û DAÎŞ’ê di Îraq û Filistînê amadigiya xwe îlan bikin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Înê 18’ê Tîrmeha 2014’an, karbidestên pêwendîdar ên rejîma Îslamî a Îranê di rêûresma taybet a Şeva Qedrê ku di Dîwanderê de bi rêve çûbû, serbarê dana erênên berçav û direw daxwaz ji hemwelatiyan kirine ku amadadigiya xwe ji bo çûna Îraq û Filistînê derbibirin û şer tevî Îsraîl û DAÎŞ navnivîsî bikin.

Berpirs û kirêgirtiyên rejîma Îslamiya Îranê di vê merasima Şeva Qedrê de dirûşmekî zaf weke “Azadî bo Filistînê û hiloşe Îsraîl” gotine û pişkdarî di şerê wan welatane de weke parêzgarîkirin ji tenahiya Îranê hesibandin e.