Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîwar

19:04 - 22 Tebax 2021

Kerîm Perwîzî

Dewleta Yûnanê ragihandiye ku sistema asayiş û ewlehiya ku li sala 2015`an bo pêşîgirtin ji pêla penaberan cî bi cî kiribû, dê dûbare bi rê ve bibe. Hevdem eva jî ragihandiye ku pirojeya 40 KM a dîwarkêşan li ser sînorê hişkatiya navbera Yûnan û Tirkiyê dawî pê aniye. Ev dîwarê ku çê kiriye, bi sîstema ewlehiya taybet jî tê kontirolkirin û bi vî awayî pêşiya penaberên ku li nav Tirkiyê diçine nav Yûnanê digre, nemaze penaberên Efxanî! Herwisa dewleta Tirkiyê jî ragihandiye ku dîwarê 150 KM a ku di navbera sînorê Îran û Tikiyê de kêşandiye zêdetir dike û dike bi 240 KM.

Di rojên derbasbûyî de dewleta Rûsiyê ragihand ku hêzeke giran a leşkerî dişîne ser sînorê Tacîkistan û Efxanistanê da ku bi wê hêzê derzkirina xelkê Efxanistanê bo nav Tacîkistanê bigre!

Di sînorên Rojavayê de ji Tirkiyê û Yûnanê dîwarê betonî û ji sînorên Rojhilatê jî, ji sînorê çîn û Rûsiyê dîwarê tank û zirêhpoş tê danîn da ku xelkê Efxanistanê ber bi welatên din ve neçin!

Eva eger herwiha wekî nûçeya koç û koçberî çav lê bê kirin, renge bi tişteke asayî bê berçav ku hin welat sînorên xwe qahîm bikin da ku ewlehiya xwe biparêzin û pêşî ji qaçaxkirina mirovan bigrin, lê ku mirov diçe nav kûrahiya bûyerê, karesatek e ku zêdetir tê berçav.

Dîwarên betonî, tank û zirêhpoş li derdora welatên wekî Sûriye û Efxanistanê têne kêşandin da ku xelkê wan deran koç nekin! Lê di wan salên derbasbûyî de hêzên leşkerî jî şandine nav wan welatan da ku piştevaniyê ji wê desthilata ku bixwe pê xweş in, bikin!

Dema ku “Potîn” hêza leşkerî dişande Sûriyê da ku piştevaniyê ji “Beşar El-es`ed” bike, an Rojava li hember piştevaniya welatan ji El-qaîde û Talibanê bêdeng bûn û didîtn ku çekûteqemenî digihîjine destê Talibanê da ku şer û kavilkarî li Efxanistanê bidomîne, ne tenê bêdeng bûn, belkî rêk digel piştevanê terorîzm û Taliban, wate Komara Îslamî mijûlê rêkkevtin û danûstandin bûn û niha jî dixwazin digel wan rêk bikevin!

Di demekê de ku behs ji cihgirbûna aştiyê li cîhanê dikin, kiryar wisa nîşan dide ku hin xelk li Rojhilata Navîn divê dîwarê betonî û tank û zirêhpoş li derdora xwe bivehûnînin da ku ji welatên xwe dûr nekevin û aramiya Rûsiye, Çîn û Rojava têk nedin. Eva di demekê de ye ku hakimên wan welatan, ji aliyê yan Rûsiye yan Çîn yan jî Rojavayê ve hatine dîyarîkirin yan her çi nebe bi tundî têne piştevanîkirin! Xumeynî ji Parîsê ve bo Tehranê hate şandin û Xameneyî ji Mosokoyê ve tê piştevanîkirin! Es`ed bi balafirên Rûsiyê maye û eva Taliban jî berhema hevbeş a bazara cîhanê ye!

Terorîzm, kuştar, koçkirina bikom, şerên bê dawî ên Rojhilata Navîn û dîwarên betonî û tank û zirêhpoşên ser sînoran ne têne sekînandin û ne Rûsiya û Çîn û Rojava jî li pirûskên wî agirî dûr dikevin. Merca yekê ev e ku ev piştevanî ji hakimên dîktator û sepandinkaran nekin û merca duyem jî ev e ku rîşeya terorîzm û şer li Rojhilata Navîn bi anîna gorê ya sîstema dadperwerane ku hemû neteweyek mafê xwe bidê, bê hişkkirin.