
Kurdistanmedia: Diya du rêvîngên riya rizgariya Kurd û Kurdistanê ku yek ji wan endamê PDKÎ bû, xatirê xwe ji jiyanê xwast.
Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, Fatime Silêmanzade xelkê gundê Bayewe ya Merîwanê, û diya şehîd Elî Se`îdzade şehîdê PDKÎ di halekê de ku hêviya dîtina roja rizgariya gelê xwe dixwast, ku ew yek hêviya kurên wî ên şehîd jî bû, koça dawiyê kir.
Daye Fatime Silêmanzade li malbateke Kurdperwer û xweşnaw a Merîwanê bû û yek ji şêrejinên navçeya Merîwan bû, ku hemû demekê şanazî bi rêbaza pirr ji serwerî ya kurên xwe ên şehîd dikir.
Şehîd Elî Se`îdzade di dehka 60`î ya Rojî de, pêwendiyê digre bi Teşkîlata PDKÎ û karî dewreke berçav li rêkxistina lawên şoreşger ên navçeya Merîwanê bilîze, piştre ji aliyê dijîgeliyan ve tê destbiserkirin, û paş çend mehan îşkence û ragirtina di girtîgeha takekesî de hate îdamkirin û tevlî karwanê şehîdan bû.
Herweha kurekî din ê Daye Fatimê bi navê Mistefa Se`îdzade bi sedema çalakiyên welatparêz kete ber kerb û kina dijminên Kurd û kurdistanê hate şehîdkirin.
PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarê Daye Fatimê, û xwe şirîkê xema wan dizane.