Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya pêşmergeyekî PDKÎ koça dawiyê kir

13:31 - 3 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Entîqe Kişawerz diya kek Dara Natiq pêşmergeyê PDKÎ bi sedema nexweşiyê çû ber rehmetê.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanemdia”yê, Roja Yekşemiyê 11`ê Xermanana 1397`an, Hecî Entîqe Kişawerz keça Mehmûd, xelkê gundê Tendûruka Enzelê, ya ser bi bajarê Urmiyê, li temenê 75 saliyê de, di yek ji nexweşxaneyên vî bajarî de, koça dawiyê kir.

Meta Entîqe diya heval Dara Natiq pêşmergeyê PDKÎ ye, ku berdewam piştevana pêşmergeyên PDKÎ bû, û wekî keseke xemxwarê Kurdistanê hatibû nasîn.

Termê navbirî li nav girseya xelkê navçeyê de, li goristana Mîrava ya Urmiyê de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û bi taybet kek Dara Natiq, û xwe hevparê xema wan dizane.