Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diyardeya diziyî di Îranê de zêde dibe

12:03 - 15 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê derheq zêdebûna girûpên diziyî di nav welat de, hişdariyî didin.

Elîriza Lotfî berpirsê polîsê bajarê Tehranê, derheq  zêdebûna çalakiyên dizîna tiromibîlan  û tiştên malan  di nav welat de, îsal li çav sala borî %16 ji zêde kiriye û herwisa pêka amarên polîsên Tehranê, di heyama 10 mehên borî de, zêdeyî 193 girûpên dizîna tiromibîlan dikirin eşkere kirin e.

Amarên îdareya polîs, yên derheq zêdebûna diyardeya diziyî, di paytext û navendên  parêzgehan de ku diqewmin, nîşan didin ku tenê di heyama 6 mehên destpêka sala 1397`an de, 6 milyon û 500 hezar telefonên  derheq bûyerên dizîkiirnê de ji wan re hatine kirin.

Berpirsên rejîmê, zêdebûna diyardeya dizîkirin di Îranê de, darxistina karxaneyan, betalbûna rojane ya ciwanan, zêdebûna wekîhevî nebûna aborî û hejarbûna malbatan, sedem dane zanîn.

Her di vê pêwendiyî de, navenda Lêkolînê ya mecilsa rejîmê, sedema bilindbûna asta  diyardeya dizî û tawanan di nav welat de, destengî, hejarbûna malbatan, betalya ciwanan û bitaybet ciwanên xwendevan dane zanîn, û herwisa ragehandiye ku, hêla hejariyî di demsala Bihara 1396`an heya sala 1397`an, di hemû deverên cuda yên welat de, bi qasî 9 heya 11 ji sedî bilind bûye.

Nûnerên mecilsa rejîmê û herwisa çalakvanên warê aborî û Kedkariyî jî, di vê derheqê de wiha dibêjin, destengî û hejarî di bajar û gundan de, wekî hespê bê zîn û bê hisar e, ku jiyana hevwelatyian binpê dike û ev mijara  dibe sedema çêbûna tawanan.

Herwisa Hesen Lotfî, endamê Komsyona Civakê ya mecilsa rejîmê jî, zêdebûna diyardeya dizî, tundtîjî, telaq û îtiyad di welat de, zêdebûna wekehvî nebûna civakê  xemsariya birêveberiya berpirsan  daye zanîn.

Her di vê pêwendiyî de jî, Nûnerên mecilsê ji berpirsên rejîmê re gotine ku, gefa serekî ya ku niha li dijî Îranê ye, Tramp, û “DAŞÎ” nînin belkû bêkarî û hejariya hevwelatiyan e.