
Kurdistanmedia: Amara zêdebûna diyardeya diziyî di nav zarokan de, zêde dibe.
Mohemediyan yek ji fermanderên hêza întizamî yê li parêzgeha Elborizê di civîneke rojnamevanî de got, zêdebûna diyardeya diziyî di nav zarokan de zêde dibe, û mixabin karesata tawanê di nav zarokan deroj li pey roj zêde dibe, û zarok dibe di wî temenî de, lipey dersxwindin û navendên zanîngehan bin, lê ev di vê temenê kêm de, li girtîgehan de temenê xwe derbaz dikin.
Her di vê pêwendiyê de, berpirisê polîsê li dijî madeyên sirker a parêzgeha Tehranê jî got, li gorî amaran, zarok di temenê kêm de tûşî diyardeyên wekî dizî û îtiyadê dibin, eva di demekê de ku zarok di wî temenî de dibe li pey, lîstin û dersxwendinê bin, lê niha navê wan di nav rêzbenda kesên tawanbarên bi dizîkirin û îtiyadê de ye.
Herwisa Mihemedriza Benderçî, Mafnas di vê derheqê de da xuyakirin ku, herçiqas ku bilindbûn û daketina nirxan û arîşeyên aborî yên malbata zêde bin, emê şahîdê bilindbûna amarên zarokan bin ku bi neçarî tûşî tawanan dibin, û her di vê rê de jî rastî tawanên wekî îtiyad, tûnditîjî û aloziyên reftarî di nav civakê de dibin û herwisa dibin goriyî tawan û destdirêjyî jî, karnas û berpirs dibe di vê derheqê de hûrbin, ku bilindbûna amarên tûşbûna zarokên bi tawanê, metirsîdar e.
Navbirê sedema tûşbûna zarokan, kêmbûna dahat û bilindûnizimbûna nirxan, da zanîn û got hekî kesek li temenê kêm de tûşî diyardeya dizîkirinê be, li temenên serê de, hêsantir û zêdetir karên bi wî rengî encam bide, tenê riya qutkirina reha vê diyardeyê, çareserkirina arîşeya aboriya civakê ye.
Di Îranê de, bilindbûna nirxan û nebûna derfetên kar, hejarî û destengiya malbatan, zarokan neçar dike da ku, bo dabînkirina dahata jiyanê dest bi tawanên bi wî rengî bidin, û berpirsên rejîmê jî bi bê guhdan û peydakirina rêçarekê, hemû saman û serweta welat xercê girûpên terorîsît yên li deverê de dike.